Dagirkeriya Tirkî niştedagîrgehekê li ser erdê Baflûnê yê Ezdiyan ava dike

AFRINPOST-Taybet

“Welatekî nû” … wisa mêtingeha ku yê bi navê Fadî li ser dixebite, bi nav dike. Wî erdê xwe li gundewarê Helebê ji hêzên rêjîma Sûrî re hişt û li gundê Baflûnê yê Êzdî li gundewarê Efrînê bi cî bû.

Berevajî bangeşyên çapemeniya Îxwanî, ku ev gav karekî dilxwazî û xwecihî ye, ev komelgeh planeke niştedagîriyê ye û bi navê “Kampa Teawun” hatiye binavkirin. Desthilatên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi xwe li ser avakirina vê niştedagîrgehê disekinin û rêxistinên Qeterî û Kuweytî jî pereyan ji bo avakirina wê pêşkêşî çekdar û niştedagîrên li Efrîna dagirkirî, dikin.

Li gorî agahiyên ku Afrinpostê bi destxistine, van rêxistinan heta niha ji bo her malbateke niştedagîr 200$ pêşkêş kiriye da ku maleke xwe li ser erdê ku dagirkeriyê daye wan, ava bikin.

Aliyên ku destekê didin projeya gundê niştedagîriyê, plan dikin ku derdora 70 malbatî li vî gundi bi cî bikin û ew malbat jî ji gundewarê Heleb, Idlib û Xûta beriya demekê anîn û li wir bi cî kirin.

Tiştê ku balê dikişîne ew e ku ev gundê nû li ser çiyayê Baflûnê yê stratejîk, li kêleka gundê Baflûnê yê Êzdî ku hemû şêniyên wê koçberkirin, tê avakirin û niha di malên wan de ku hejmara wan digihêje 60 malî, kesên biyan tên bicîkirin.

Bi avakirina niştedagîrgehan li gundê Baflûn, Avraz û çiyayê Lêlûnê û ji xeynî wan, şerê demografiyê li dijî hebûna Kurdî ya dîrokî dikeve qonaxeke nû ya qirkirina etnîkî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan 1’ê Mijdarê raporek derbarê guhertina demografiya Efrînê bi raya giştî parve kir û da zanîn ku piştî artêşa Tirkî û çeteyên wê herêma Efrînê dagir kir, bi gelek rê û rêbazan hewl dide ku hebûna Kurdî li herêmê ji holê rake.

Related posts